CultureTop

Strana Brunettê ya “Eurovision” ê li ser kanala fermî ya pêşbirkê zêdetirî mîlyonek temaşe kiriye

Di pêşbirka stranan a bi prestîj a “Eurovision 2023” de, strana “Future Lover” ya nûnera Ermenîstanê Brunettê, ku di 15ê Adarê de hate weşandin, jixwe di kanala fermî ya “Eurovision”ê de zêdetirî 1 mîlyon temaşe kiriye.

“Future Lover” nameyek bê navnîşan e û bi hilmek helbestî ye. Rojekê min li ser Înternetê nivîsek hêsan û xweş dît, ku min îlham girt: xêz yekser di serê min de bûn melodiyek û hestên nû hişyar kirin. Stran li ser vê yekê ye, ku di seranserê jiyanê de em hemî li wî yek kesî digerin, evîndarê paşerojê, ku wê bibe cewhera xewn, îdeal û tirsên me:” got Brunett

“Eurovision 2023” wê li bajarê Lîverpoolê pêk were. Wê konser di 9, 11 û 13ê Gulanê de bên derbaskirin. Nûnerê Ermenîstanê wê di 11ê Gulanê de strana xwa bêje.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button