PoliticsTop

Ermenîstan baş reklama çekên Hindî dike: pispor li ser lihevhatina Êrîvan û Delhiya Nû

Serkirdayetiya Ermenîstanê hewl dide ku siyaseta xwe ya berevaniya derve cihêreng bike, û di vî warî de alyê Hindistanê yek ji yên herî bi hêvî ye. Zanyarê siyasetê Benîamîn Poxosyan di şîroveya xwe ya ji “Sputnik Armenia” re ev nêrîn anî ziman.

“Îro Ermenîstan neçar e, ku polîtîkayên xwe yên derve û parastinê cihêreng bike, li ber çavan bigire, ku hevalbendê sereke, Rûsya, ji ber sedemên objektîf an subjektîf, nikare bi tevahî berpirsiyariyên ku di çarçoweyê peymanên dualî û RPEK de girtiye, bi cih bîne.

Heger em ji wê yekê dest pê bikin, ku sedem objektîf in jî, ev yek hewcedariya lêgerîna hin çavkaniyên nû yên dabînkirina çekan ji holê ranake, ji ber ku dewleta Ermenîstanê dîsa bi xetereya êrîşeke nû re rû bi rû ye:” Poxosyan, ku ew jî nû ji Delhiya Nû vegeriya, got.

Ji hêla nû ve dagirtina cebilxaneya Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, Hindistan hevkarek pir hêsan û bê pirsgirêk e. Li gorî Poxosyan, Hindistan di warê leşkerî-teknîkî de hem bi Rûsyayê re û hem jî bi hejmarek welatên rojavayî re hevkariyeke pir xurt û nêzîk heye. Û geşepêdana pêwendiya ermenî-hindî, wê ji aliyê navendên hêzê yên pêşeng ve, tu reaksiyonên neyînî rû nede.

Her wiha piştî şerê 44 rojî yê li Qerebaxê, Delhiya Nû bi xwe jî eleqeya xwe bi Başûrê Kafkasyayê re nîşan da. Ev berjewendî berî her tiştî bi piştgirîya aktîf a Pakîstanê, hevrikê sereke yê Hindistanê, ji Azerbaycanê re, têkildar e. Hindistan nikare xwe ji şirîkatiya stratejîk a, ku hêdî hêdî di navbera Tirkiye, Azerbaycan û Pakistanê de çêdibe, xem neke.

Bê guman, faktorên jeo-aborî jî hene, wek mînak, hewcedariya cihêrengkirina rêyên bazirganiyê yên di navbera Hindistan û Ewropayê de. Di vê perspektîfê de, şiyanên derbasbûnê yên Ermenîstanê dikarin rolek girîng bilîzin.

Poxosyan li ser peymanên çekan da zanîn, ku ev peyman ji ber gelek faktoran ji bo Hindistanê girîng in. Ya bingehîn tenê aliyê bazirganî ye.

Ya duyemîn, heya van demên dawî, Hindistan bi giranî çek ji welatên din dikirî. Lêbelê, niha peywira avakirina kompleksek leşkerî-pîşesaziyê ya xwe ye. Welat cûrbecûr çek û alavên leşkerî hildiberîne, û gihîştina bazarên biyanî, ji bo kompleksa leşkerî-pîşesaziya Hindistanê re pir girîng e.

Em bînin bîra xwe, ku par çavkaniyên Hindî çend caran li ser peymanên leşkerî-teknîkî yên mezin di navbera Êrîvan û Delhiya Nû de, nivîsîbûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button