TopWorld

Bi kêmbûna ava bendava Musilê re cih û warên Êzidiyan derketin

 Di van salane de ji ber bi rêjeyek kêm baran dibare, asta avê ya bendava Musilê jî kêm bûye. Bi kêmbûna avê re goristan û dibistanek Êzidiyan derket holê.

Di van salên borî de ji ber bi rêjeyek kêm baran dibare, li Iraqê hişkesalî çêbûye. Li gorî medya Iraqê ji ber kêm aviyê li bendava Musilê gelek cih û war derketine ser rûyê erdê.

Çavkaniyê ragihand ku li bendava Musilê dibistan, goristan û cihên olî yên Êzidiyan ên li gundê Dêrîn Xankê ya dikeve rexa bendava Musilê derketine derve. Heman çavkaniyê ragihand ku cih û warên derketine derve yên beriya 38 salanin.

Rojnews dinvîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button