PoliticsTop

Azerbaycan, ji bo ku aştiya herêmê ne mumkun be, her tiştî dike: Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re, ku di 18ê Adarê de kiribu.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Ermenîstanê de wiha tê gotin:

“Wê peymana aştiyê çênebe” ev gotin ji axaftina Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyevê, ku di 18ê Adara 2023an de kiribu.

Alîyev ev daxuyanî li Qerebaxê, li gundê Taliş ê, ku di encama şerê 44 rojan de ji niştecihên xwa ve hatibû valakirin, da.

Wek li Talişê, û her wiha li herêmên din ên, ku ji ber şerê 44 rojî ji nifûsa xwe vala bûne, Azerbeycan bi eşkereyî bernameyên ji nû ve bicihkirinê pêk tîne, ji bo ku şopa ermeniyan ji herêmên Qerebaxê, yên ku di bin kontrola wê de derbas bûne, ji holê rake. Di destpêka salên 90’î de, herêma Şahumyan, herêma Getaşenê û cihên din ên ku nifûsa wan a ermenî zêde bû jî, rastî wê çarenûsê hatine.

Ew kiryarên Azerbaycanê himberî xala 7 a, ya daxuyaniya sêalî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an e, ku li gorî wê, kesên jicîhûwarkirî û penaberên navxwe vedigerin xaka Qerebaxê, di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de.

Bi siyaseta niştecihkirina neqanûnî û terorkirina ermeniyên Qerebaxê, Bakû her tiştî dike, da ku pêkanîna xala jorîn a daxuyaniya sê alî ne mumkun be.

Azerbaycan, ji bo ku aştiya herêmê ne mumkun be, her tiştî dike. Di 6ê Çiriya Pêşina 2022an de li Pragê û 31ê Çiriya Pêşina 2022an li Soçiyê, serokên Ermenîstan û Azerbaycanê daxuyanî dabûn, ku li gorî peymana Neteweyên Yekbûyî û Danezana Alma-Ata ya sala 1991an, Ermenîstan û Azerbeycan yekparebûna erd û serweriya hev nas dikin, û proseya sînorkirina navbera her du welatan tenê li ser vê bingehê pêk tê. Tevî vê yekê jî, roja 18ê Adarê, Serokomarê Azerbaycanê careke din ragihandibû, ku diyarkirina sînor divê di bin şert û mercên, ku Azerbaycanê destnîşan kiriye, pêk were û ev demeke dirêj e bi berdewamî behsa hin nexşeyên dîrokî dike.

Azerbaycan ne tenê di 12ê Gulana 2021ê, 17ê Çiriya Paşin û Îlona 2022an de, herêmên serwer ên Komara Ermenîstanê, ku bi awayekî neqanûnî hatine dagirkirin, di bin dagirkeriyê de dihêle, lê di heman demê de, axaftina bi navê “Azerbaycana Rojava” jî destnîşan dike. Dikarin bêjin, ku tevahiya axa komara Ermenîstanê wek axa Azerbaycanê hatiye ragihandin. Azerbaycan jî gefan li Ermenîstanê dixwe, ku eger Ermenîstan van daxwazan qebûl neke.

Azerbaycan bi tundî binpêkirina daxuyaniyên sêalî û çaralî yên ku di formên curbecur de hatine pejirandin didomîne û di pratîkê de, yek xalek ji van daxuyaniyan, ku heta niha Azerbaycanê binpê nekiribe tune ye.

Her wiha Serokkomarê Azerbaycanê sozdariya, ku di 18’ê Sibata 2023’an de bi ermenîyên Qerebaxê re li ser mijara maf û temînatên wan gotûbêj kiribû, binpê kir.

Tenê çend hefte piştî wê daxuyaniyê, Azerbaycanê ragihand, ku ew ê li ser mijara “entegrasyona ermenîyên Qerebaxê” gotûbêj bikin. Lê daxuyaniyên li Talişê, dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, êrîşa terorîstî ya 5ê Adarê îspat dikin,ku Azerbaycan bi niyaz e, ku meseleya herî kêm, asîmîlekirina ermenîyên Qerebaxê çareser bike. Hişyariyên Ermenîstanê, yên derbarê amadekariyên Bakûyê ya ji bo qirkirina Ermenîyên Qerebaxê ji aliyê civaka navneteweyî ve gotî neyê paşguhkirin.

Bi nirxandina Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê, Azerbaycan bi axaftin û kirinên xwe yên êrîşkar, amadekariyan dibîne, ku ermeniyên Qerebaxê bibe qirkirinê û êrîşeke nû, li dijî Ermenîstanê bike.

Di rewşa heyî de pêwîst e mekanîzmayên navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina jenosîdan bên çêkirin, şandeyeke navneteweyî ya lêkolîna rastiyan ji bo Korîdora Laçîn û Qerebaxê bê şandin û kiryar û siyasetên êrîşkar ên Azerbaycanê rasterast şermezar bêne kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button