PoliticsTop

Alîyev gefan li ser Ermenîstanê û Ermenîyan didomîne: “Em ê heta hetayê li welatê xwe, Zengîzûrê bijîn

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, diyar e, ku ji gelek daxuyaniyên welatên cuda yên bi munasebeta dagîrkirina neqanûnî ya axa Ermenîstanê û dorpêçkirina li ser axa Ermenîstanê û blokekirina Artsaxê qet bandor nebûye. Ew berdewam gefan li Ermenîstanê dike, ultîmatoman pêşkêş dike.

“Îro em li ser axa Qerebaxa xwecihî, li ser xaka xwecih a Zengîzûrê ne û em ê her û her li vir bin. Gelê Azerbaycanê bi mafdarî bi serbilindî dijî:” di 18ê Adarê de, bi helkefta cejna Newrozê, ji gundê Talişê xbang li gelê Azerbaycanê kir.

Alîyev ultîmatom û heqaretan ji bîr nekiribu, gelek caran gotinên li ser “xwedî” û “sponsorên” ermeniyan dubare dikir.

“Îro Ermenîstana, ku ragihandibû ku Qerebax Ermenistan e û bi şerekî nû me tehdîd dkir, ev e, îro li xwediyekî nû digere. Tu feyde ji vê yekê nayê:” wî got.

Di berdewamiya mijara “sponsorên” nenas ên Ermeniyan de, Aliyev behsa welatan kir, u got ku ew “alîgirê siyaseta Ermenîstanê ya dagîrkerî ne û li dijî wan şerê înformasyonê îlan dikin “, lê diyar ne kir, ku mebesta wan kîjan welatan e.

“Ji bo Ermenîstan li ser xaka 29 hezar kîlometreçargoşe bi aramî bijî, şertek heye. Divê şert û mercên me qebûl bikin, Qerebaxê bi fermî wek xaka Azerbeycanê nas bikin û li gorî şert û mercên me xebatên xêzkirinê pêk bînin:” Alîyev got.

“Rastiyên têkildarî dagirkerî, şer, rastiyên piştî Sovyetê divê û wê di muzakereyên aştiyê de bertekên xwe bibînin. Ger nebe, peymana aştiyê çênabe:” serokê Azerbaycanê berdewam kir.

Aliyev wiha got: “Li hin welatan hin konferans tên organîzekirin, konferansên zanistî, yên bi karûbarên navxweyî yên Azerbaycanê ve girêdayî ne.”

“Hin welatên alîgirê Ermenîstanê “Serxwebûna Qerebaxê” nas dikin, ku di nexşeya cîhanê de tune ye, wê di nav axa Azerbaycanê de nas nakin. Ev tê çi wateyê. Ev tê wê wateyê ku di dema dagirkeriyê de yekane armanca wan hêzan ew bû, ku dagirkeriyê herheyî bikin. Ne ji bo çareserkirina wê nakokiyê, lê ji bo cemidandina wê,” wî zêde kir.

Dibe, ku beriya êrîşên wiha êrîşkar, nefret û bi tevahî ji dîrokê veqetandî, serokê Azerbaycanê, ku mezûnê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Moskowê ye, mecbûr e dîroka damezrandina welatê xwe bizane, bixwîne. Bi taybetî jî, dema ku behsa “Qerabaxa xwecihî” û “Zangezûra xwecihî” dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button