All NewsTop

Garantorê ewlekariya Qerebaxê Federasyona Rûsyayê ye. Paşînyan

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku garantorê ewlekariya Qerebaxê Federasyona Rûsyayê ye û divê ew rola xwe bi cih bîne.

Wî bal kişand ser wê yekê ku Ermenistan garantorê ewlehiyê ye di egera zêdebûna aloziya li dijî Qerebaxê de. “Min çima deklerasyona sê alî ya 9’ê çirîa paşin îmze kir? ji ber sedemeke hêsan, têgihîştin ku di wê rewşê de Ermenistan nikare bibe garantorek tam a ewlekariya Qerebaxê, ji ber vê yekê hewce bû ku sîstemek ku ewlehiya Qerebaxê  garantî bike were çêkirinê.

Li gorî danezana sê alî û biryara Konseya Federal a Federasyona Rûsyayê, ku bi wê destûr hatiye dayîn ku serok leşkeran bişîne Qerebaxê, ev hemû hatine qeydkirin ku garantorê ewlehiya Qerebaxê Rûsya ye. Ne ji ber ku Ermenistan red dike, lê ji ber ku mixabin Ermenistan ji ber têkçûna şerê 44 rojan nikare vê erkê bi tevahî pêk bîne. Ji ber vê yekê dema van hemû argûmanan bidin ber hev, divê bê zanîn ku garantorê ewlekariya Qerebaxê Federasyona Rûsyayê ye.

Li aliyê din li Qerebaxê artêşeke parastinê heye, ku Azerbaycan hewl dide weke artêşa Ermenîstanê nîşan bide. Li Qerebaxê artêşa Ermenîstanê tineye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button