All NewsTop

Ermenistanê bersiva Azerbaycanê li ser peymana aştiyê wergirtîe

“Eger rewşek me hebe ku du sê roj mane ku em kaxezekê îmza bikin, bi rastî ew nûçeyek baş e û ne xirab e, ji ber ku ev tê wê wateyê ku em di proseyên danûstandinan de pêş ketine û gihîştine encamekê.” – Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna bi rojnamevanan re ragihandîe.

“Hûn dizanin ku di nîvê sibatê de, me bersiva xwe ya li ser pêşnûmeya peymana aştiyê ya muhtemel ji Azerbaycanê re ragihand. Û du sê roj berê jî bersiva Azerbaycanê li ser projeya me hat. Ez dikarim li ser wê belgeyê çi bibêjim? Di belgeyê de pêşveçûnek heye? Divê were destnîşankirin ku em hin pêşketinan dibînin, lê her ku pêşde diçin pirsgirêkên bingehîn zêdetir dibin.” –  Paşînyan gotîe.

Serokwezîr pirsgirêkên ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatine afirandin wiha destnîşan kir: “Azerbaycan hewl dide bi rêya peymaneke muhtemel a aştî û têkiliyan ku ji bo me xeta sor e, ji Ermenîstanê re îddîa û xwestekên xwe yên axê pêk bîne.

Piştre, em dibînin ku bi pêşniyarên wê metnê, Azerbaycan hewl dide ku bi îmza Ermenîstanê jî, li Qerebaxa Çiyayê jenosîd an qirkirina etnîkî bi dest bixe. Bi awayekî xwezayî ev jî ji bo me xeta sor e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button