All NewsTop

Divê çarçoweya maf û ewlekariya gelê Qerebaxê ji aliyê gel û hikûmetê ve bê diyarkirin.” Serokwezîrê Ermenistanê

“Pirsgirêka maf û ewlehiya gelê Qerebaxê ji bo me gelekî girîng e û yek ji armancên me yên sereke ye. Têgihîştina me ew e ku rast e gelê Qerebaxê li ser vê mijarê peywirdar be.” – Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihandîe. 

Li gorî wî, divê danûstandina sereke di navbera Baku û Stêpanakêrtê de pêk were “Pêvajoyên me digihînin wê encamê ku bêyî mekanîzma û garantiyên navneteweyî ne mimkûn e ku pêşde biçin” – Paşînyan gotîe.

Paşînyan bi bîr xist ku Serokomarê Azerbaycanê li Myûnxênê gotibû ku li ser maf û garantiya Ermeniyên Qerebaxê peymaneke navneteweyî heye, lê piştî hevdîtinên bi nûnerên Qerebax û Azerbaycanê re derket holê ku Bakûyê pêşniyara gotûbêjkirina mijara entegrasyonê kiriye.

“Werin em bibînin ka di nav mehekê de ferheng çawa guherî. Mesele ne gotin e, lihevkirin û pratîka berdewam a Azerbaycanê ya negirtina wan e. Û çarçoweya maf û ewlehiya gelê Qerebaxê, bi giştî divê gelê Qerebaxê û hukûmetê biryarê bidin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button