PoliticsTop

Ermenîstanê li ser entegrasyona Artsaxê bi Azerbaycanê re nîqaş nekiriye: Sekreterê Konseya Ewlekariyê

Ermenîstanê li ser entegrasyona Artsaxê bi Azerbaycanê re nîqaş nekiriye.Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan di axaftina xwe ya li gel “Azatutyan”ê de li ser vê yekê piştrast kir.

“Ew gotûbêj li ser maf û ewlehiyê ne û ev rêkeftinên navdewletî ne û ew rêkeftin in, ku divê bêne cîbicîkirin.” got Armen Grîgoryan.

Li ser pirsa, ku Alîyev gotiy, ku peymanek navneteweyî heye ku bi ermeniyên Qerebaxê re muzakere bike, mebesta wî çi ye, Armen Grîgoryan wiha bersiv da: “Di meha Îlonê de me li Waşîngtonê bi Jak Sullîvan û Hikmet Hacîyev re hevdîtinek pêk anîbû û yek ji mijarên hevdîtinê jî avakirina mekanîzmayeke navneteweyî bû. Bi baweriya min, ev tê wê wateyê, ku dema em behsa mekanîzmaya navneteweyî dikin, ku di çarçoveya wê de divê gotûbêj di navbera Stepanakert û Bakûyê de bên kirin, lê ev gotûbêj ne li ser ultîmatomê ne, ji ber ku Azerbaycan hin tevgerên ku li derveyî peymanan e nîşan dide, ango hewl dide bi ultîmatoman biaxive, tepeserkirina Qarabaxê bi amûrên cûrbecûr berdewam dike, mebesta min girtina korîdora Laçînê ye, mebesta min 5ê Adarê ye, her wiha, weke ku Wezareta Karên Derve ya Qerebaxê roja Çarşemê ragihand, hişyariyê dide, ku Azerbaycan amadekariya provokasyonan dike.

Derbarê wê yekê, ku Bakû tekez dike ku mijara pêkvejiyana ermeniyên Qerebaxê di rojeva wê diyalogê de be û tê zanîn ku Stepanakert red dike, sekreterê Konseya Ewlekariyê got: “Me li ser pirseke wiha nîqaş nekir. Her kesî bi eşkere got, ku ev nîqaş li ser maf û ewlehiyê ne û ev peymanên navneteweyî ne û ev peymanên, ku divê bêne cîbicîkirin. Helwesta Êrîvanê ew e, ku di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî de tiştên ku me li ser li hev kirine, yanî maf û ewlekarî, nîqaş bikin.”

Derbarê çavdêriya, ku li gorî Azerbaycanê ev yek tê wateya entegrasyonê jî got.“Eger em encamên dawîn ji berê ve diyar bikin, wê zehmet be, ku ev danûstandin pêşde biçin, ji ber ku Qerebax jî dikare encamên dawî yên hêviyên xwe ragihîne. Ji bo wê jî ji bo danûstandin çêbibin, pêwîst e derfeta gotûbêjan çêbibe û em di çarçoveya rêkeftinan de bimînin, ji ber ku me li ser mijara ewlehî û mafan li hev kir.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button