PoliticsTop

Dibe ku “macera”ya Îsraîl a li dijî Îranê bandoreke bumerangê bike: Pisporê navneteweyî

Beşdarbûna Îsraîlê di şerê 44 rojî, yê ku Azerbaycanê li dijî Artsaxê da destpêkirin, bihayê wê heye û îro divê Baku tazmînatê bide Rojava û Îsraîlê, pisporê navneteweyî Grîgor Balasanyan, behsa nakokiya muhtemel a di navbera Îran û Îsraîlê de dike. Bi peymana Azerbeycanê, Îsraîl herêmên dagirkirî yên Artsaxê li dijî Îranê wekî platformek bikar tîne û bi bîr dixe, ku li Varanda û herêmên cînar balafirgeh bi îmkana dabînkirina çek û cebilxaneyan wê bên çêkirin, piştre jî gundên bi aqil ên bi torên ajansê bê çêkirin.

“Eşkere ye, ku binesaziyên navborî ji bo di şerê pêşerojê yê li dijî Îranê de bên bikaranîn, hatine çêkirin. Eger Îsraîl li dijî Îranê dest bi operasyonên leşkerî bike, Azerbaycan wê bi destpêkirina şerekî nû yê wêranker li dijî Ermenistan û Artsaxê rola xwe bilîze. Di heman demê de Îran wê mijûlî paşxistina êrîşên Îsraîlî be, lewra nikare bi parastina Ermenîstanê ji êrîşên Azerbaycanê piştgirî bike. Aliyê Îsraîlî amade ye, ku cebilxaneyên, ku van rojan ji bo axa Azerbaycanê hatine veguhestin “dostane” parve bike û ne li dijî wê yekê ye, ku Azerbaycan di operasyonên li dijî her du dewletên Ermenîstanê de balafirên şer ên Îsraîlê bikar bîne. Ev yek wê bibe tifaqa Azerbaycan-Îsraîl li dijî Îran û Ermenîstanê:” pisporê navneteweyî dide zanîn. Li gor Grîgor Balasanyan, divê aliyên Ermenî bi lezgînî mijarên pêkanîna hevpeymaniyeke leşkerî-siyasî bi Îranê re û hevkariya leşkerî-teknîkî gotûbêj bikin.

“Rojava di çarçoveya operasyonên li dijî Rûsyayê de li Îranê hewl dide eniyeke duyemîn ava bike û Çînê jî dike hedef. Lêbelê, ev “macera” Amerîkî dikare bibe “bandora bumerang”. Îran îro ji du sal berê pir bihêztir e û Îsraîl û Amerîka jî ji du sal berê lawaztir in. Hemû cebilxaneya, ku di destê Amerîkaê de bû, li eniya Rûs-Ukraynayê tê bikaranîn:” Grîgor Balasanyan tekez dike, ku divê aliyê Ermenîstanê her dem amade be bi kiryarên ji nişka ve deverên ji dest dane vegerîne, ji ber ku di egera şerekî muhtemel de, Îran jî wê êrişî çeperên Azerbaycanê bike û pêwendiyên di navbera Azerbaycan û Rûsyayê de jî aloz bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button