PoliticsTop

Di xeberdana telefonî ya ligel Putîn de, Paşînyan tekezî li ser bersiva guncaw a Rûsyayê kir

Di peywendiya telefonî ya navbera Serokwezîr Nîkol Paşînyan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn de, krîza mirovî ya li Qerebaxê ya ji ber dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçîn ji aliyê Azerbaycanê ve didome, hat gotûbêjkirin.

“Di vê çarçoveyê de Serokwezîr Paşînyan amaje bi operasyona terorî ya Azerbaycanê, ya ku di 5ê Adarê de li Qerebaxê pêk anî û encamên wê kir. Di çarçoveya derbaskirina qeyrana li Qerebaxê de, Serokwezîrê Ermenîstanê bal kişand ser bersiva guncaw a Federasyona Rûsyayê.

Her wiha li ser pêvajoya birêkûpêkkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê jî fikir hatin guheztin.

Mijarên têkildarî pêkanîna daxuyaniyên sê alî yên serokên Ermenîstan, Rûsya û Azerbaycanê yên di 9ê Çiriya Paşina 2020, 11 Kanuna Paşin 2021, 26 Çiriya Paşin û 31ê Çiriya Peşin 2022an de hatin gotûbêjkirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button