PoliticsTop

Dest bi veqetandina sînor wê bê kiri, dema Azerbaycan ji axa serweriya Komara Ermenîstanê derkeve: Ruben Galîçyan

Dema ku Azerbaycan ji axa Ermenîstanê ya serdest derkeve, dibe ku dest bi veqetandinê bike. Kartograf Ruben Galîçyan 10ê Adarê di konferansa înîsiyatîfa “Ermenîyên Pêşerojê” de ev tişt got.

“Dema min li ser kartografiyê dixebitî, min dnivîsî, ku çawa Azerbaycanê dîrok sexte kir, dîroknasên ermenî digotin: hûn wextê winda dikin, li cîhanê her kes dizane ku gotinên Azerbaycanê derew in. Dema ku hûn li Ermenîstanê rûdinin, dibe ku ji we re wisa xuya bike, lê gava hûn diçin derve û Azerbeycanê di pirtûkxaneyê de wekî pirtûkên sexte yên xwedî dîroka 3 hezar salî dibînin. Û gav bi gav dibe rastiyek. Azerbaycan wê ewqas sextekariyê bike, ku di dawiyê de ji bo gel bibe rastî:” Ruben Galîçyan anî ziman.

Li gorî wî, Azerbaycan dîrok û erdnîgariyê bi pereyan dikire û wê her dem jî wisa bike. “Heta ku em van belgeyan di televîzyonên satelîtê yên biyanî de nîşan nedin, em ê kesî bi tiştekî îqna nekin.

Galîçyan destnîşan kir, ku çavdêrên Yekîtiya Ewropayê yên li ser sînor bi pirsgirêkên navbera Ermenîstan û Azerbeycanê nizanin. “Ew nizanin ev pirsgirêk ji ku tên, tenê tên û çavdêriya xetê dikin, dibînin ku guleyek heye yan na û ji ku tê?”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button