PoliticsTop

Balyozê Amerîka soz da ku ji bo çareserkirina kêşeya Ermenî-Azerbaycanê û asayîkirina peywendiyên Ermenî-Tirkî her tiştî bike

Krîstîna Quînn, balyoza 10emîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Ermenîstanê, ku du hefte berê hat Erîvanê û dest bi karê xwe yê dîplomatîk li welatê me kir, soz dide, ku ji bo çareserkirina kêşeya Ermenî-Azerbaycanê û her weha ji bo sererastkirina têkiliyên ermenî-tirkî her tiştî bike. Di vîdyoya ku Balyozxaneya Amerîka li Ermenîstanê belav kiriye, balyoz bi taybetî dibêje:

“Ez dizanim ku salên dawî tije dijwar bûn, min berê xwe da firsenda ku ez bi xwe ji kesên jicîhûwarkirî yên li Ermenîstanê li ser zehmetiyên wan bibihîzim. Ez soz didim ku ji bo çareseriya mayînde ya kêşeya Ermenîstan û Azerbaycanê û asayîkirina peywendiyên Ermenî-Tirkî her tiştî bikim.

Ermenîstan heq dike ku di şert û mercên aram û ewle de bijî û riya xwe ya siyasî û aborî ya hilbijartî bişopîne. Têkiliyên Ermenî-Amerîkî xurt in û ez ê ji bo xurtkirina peywendiyên me û alîkariya Ermenîstanê ku pêşerojeke geş ava bike, hemu hewldanan xwa danim.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button