Top

Azerbaycanê ji bo ku êrîşeke nû ne tenê li dijî Artsaxê, li dijî Komara Ermenîstanê jî bike, pratîka zêdekirina rageşiyê pejirand

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê der barê dezenformasyona Azerbaycanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Azerbeycanê ji bo êrîşeke nû ne tenê li dijî Qerebaxê, li dijî Ermenîstanê jî bike, rêbazên zêdekirina rageşiyê qebûl kiriye.

Di peyamê de wiha tê gotin:

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê di 7ê Adarê de bi armanca xapandina civaka navneteweyî peyamek din belav kir, yanî ku di heman rojê de stûna kelûpelên leşkerî yên Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê û aştîparêzên Rûs ji rêya Stepanakert-Gaibalişen-Lisagor derbas bûn û veguhestina personelên Hêzên Çekdar li ser heman rêyê pêk hat.

Em bi fermî tekez dikin, ku ev agahî bi tevahî derew in, ti bingeheke wan a rastî nîne û nikare hebe.

Azerbaycan bi van “agahiyên bi deng” hewl dide ku bala civaka navneteweyî dur xe ji

  • encama çalakiya terorîstî ya hêzên wan ên çekdar ên, ku 5’ê Adarê de pêk hat , ku 3 xebatkarên servîsa pasaportê ya polîsên Wezareta Karên Navxweyî ya Qerebaxê jiyana xwe ji dest dan û karmendek jî birîndar bû.
  • derbarê wê yekê ve, ku wî pabendî biryara dadgeha navdewletî ya li ser Korîdora Laçînê nekiriye û li hember wê biryarê Korîdora Laçînê girtî maye.
  • ji daxuyaniya sê alî ya 9’ê Çiriya Paşina 2020’an, ji rastiya ku erkên xwe yên navneteweyî yên der barê Korîdora Laçînê de pêk neanîn.

Ji bo ku bala civaka navneteweyî ji van rastiyên eşkere dur xe, Azerbeycanê pratîka dezenformasyonê û zêdekirina rageşiyê pejirand û hewl da, ku bingehên agahdariya derewîn ji bo destpêkirina êrişên nû ne tenê li dijî Qerebaxê, lê li dijî Komara Ermenistanê jî pêk bîne. Her wiha Azerbaycan ji bo ku vê siyasetê “mafdar bike” siyaseta xwe ya, ku Ermenîstanê li Rojava gelekî rûsparêz, li Rûsyayê jî gelekî rojavaparêz nîşan dide, didomîne.

Ermenistanê gelek caran ragihandiye, ku hem berî dorpêçkirina wê, û hem jî piştî 12ê Kanûna 2022an, ti cebilxane û kelûmelên leşkerî bi rêya Korîdora Laçînê nehatine veguhestin. Her wiha em careke din destnîşan dikin, ku artêşa Komara Ermenîstanê li Qerebaxê de tune. Pêşniyara şandina şandeyeke navdewletî ya lêkolîna rastiyan bo Qerebaxê ji bo verastkirina rastiya van agahiyan gelek caran ji aliyê serkirdayetiya bilind a Azerbaycanê ve hat redkirin.

Em careke din tekez dikin, ku daxwaza Ermenîstanê ji bo bidestxistina aştiyê li herêmê heye, em careke din tekezî li ser pêwîstiya şandina bilez a şandeke navdewletî ya lêkolîna rastiyan bo Qerebaxê û Korîdora Laçînê dikin, ji bo pêşîlêgirtina êrîşeke nû ji aliyê Azerbaycanê ve.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button