
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Wezîrê Aboriyê Vahan Kerobyan, Balyoza Amerîkayê li Komara Ermenîstanê Khrîstîna Kvîen, Balyoza Yekîtiya Ewropayê li Komara Ermenîstanê Andrea Vîktorîn, damezrîner û rêveberê kargêriya kompaniya “Flagship Pioneering”, hev-damezrîner û serokê şirketa Moderna Nûbar Afeyan û yên din di konferansê de beşdariya xwe piştrast kirin. Bi giştî ji 9 welatan derdora 30 axaftvan beşdar dibin.
Organîzator dibêjin, ku zêdetirî 800 beşdaran xwe ji bo konferansê tomar kirine û niha hejmareke kêm cih mane.
Serokê konferansa “DigiTech” û rêveberê kompanya “Sensyan” Raffî Kasarjîan got: “Rojeva konferansê û navnîşa axaftvanên pejirandî naha dawîn e û em li benda bûyerê ne. Armanca me organîzekirina konferanseke teknolojiyê ya navneteweyî ye ji bo welatên mêtinger, û ez di wê baweriyê de me ku em ê peywira ku li pêşiya me hatiye danîn bi serkeftî pêk bînin.”
Ji bo hûragahiyan li çalakiyê, hûn dikarin hrin malpera fermî: www.digitec.am.