All NewsTop

Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê rastiya êrîşa li ser otomobîla polîsan ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê li Artsaxê piştrast kirîe

Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê bal kişand ser gulebarankirina otombîleke polîsan û kuştina mirovan ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê li Artsaxê û diyar kir ku fermandariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê bi aliyên Azerbaycan û Ermenîstanê re lêkolînan dike.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Wezaretê de hat gotin. “Hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li ser xaka Qerebaxê xebatên xwe didomînin. Di sî xalên çavdêriyê de, hêzên aştiyê yên Rûsî çavdêriya rewşê dikin û çavdêriya parastina rêjîma agirbestê dikin. Di 05ê adarê  sala 2023an de saet di 10.00an de leşkerên artêşa Azerbaycanê li herêma Dukyanlarê gule li maşîneya efserên hêzên ewlehiyê yên Qerebaxa Çiya kirin. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan, karmendekî di wesayîtê de jî birîndar bû. Li aliyê Azerbaycanê jî windahî çêbûn. du kes mirin û yek jî birîndar bû. Pevçûn bi hewldanên hêzên aştiyê yên Rûsyayê hate rawestandin. Têkildarî wê yekê, fermandariya grûpa leşkerî ya aştîparêz a Rûsyayê li gel aliyên Azerbaycan û Ermenîstanê lêkolînan dike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button