All NewsTop

Ermenistan û Hindistanê li ser îmkanên berfirehkirina hevkariyê di warê berevaniyê de gotûbêj kirine

Di navbera 2-4ê Adarê de heyeta bi serokatiya Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê, Alîkarê Yekem ê Wezîrê Parastinê, Orgeneral Êdward Asryan di serdaneke xebatê de li Hindistanê bû. Li ser vê yekê Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê agahî da “Armenpress”ê.

Şand beşdarî konferansa navneteweyî ya salane ya “Raîsîna Dialogue” bû ku ji bo mijarên ewlekariya cîhanî hatiye lidarxistin.

Di hevdîtinê de bi Serokerkanê Bergiriyê yê Hindistanê General Anîl Çaûhan ra, çend mijarên têkildarî hevkariyên dualî û ewlekariya navçê hatin gotûbêjkirin û ji wan jî îmkanên berfirehkirina hevkariyên Ermenistan û Hindistanê di warê berevaniyê de hatin gotûbêjkirin.

Di çarçoveya serdanê de Sererkan Orgeneral Êdward Asryan beşdarî gotûbêjên li ser ewlekariya herêmê û hevkariya berevaniyê ya Ermenistan û Hindistanê bû ku li xebatkarên Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Hindistanê hatin kirin û pirsgirêkên ewlehiyê yên li pêşiya Ermenistanê hatin pêşkêşkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button