All NewsTop

Agahiyên sabotajên Azerbaycanê pêşkêşî serokên nûnertiyên dîplomatîk ên li Ermenîstanê hatine kirinê

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahê Gêvorgyan û Nûnerê Ermenîstanê yê Karûbarên Hiqûqê yên Navneteweyî Yêgîşe Kîrakosyan di 6’ê Adarê de bi serokên nûnertiyên dîplomatîk ên li komarê re akredîte û bi nûnerên saziyên navneteweyî yên li Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re hevdîtin pêk anîne.

Ev yek ji aliyê servîsa çapemeniyê ya Wezareta Derve ya Ermenistanê ve hatîe ragihandinê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve hûrgiliyên êrîşa sabotajê ya ku di 5ê Adarê de li Qerebaxê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ve hatibû kirin û di encamê de 3 xebatkarên Beşa Pasaport û Vîzayê ya Polîsê Wezareta Karên Navxweyî hatine kuştinê, karmendek jî birîndar bûye, pêşkêşî dîplomatên biyanî kirîe.

Gêvorgyan destnîşan kir ku êrîşa sabotajê ya navborî ku binpêkirina agirbesta ku bi daxuyaniya sê alî ya 9ê çirîa paşin 2020an hatiye destnîşankirinê, ji berê de ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye plankirinê. Ji beşdaran re vîdyoyek ku ji hêla rayedarên Karabaxa Çîya va hatî weşandinê hate pêşkêş kirin, ku bêbingehiya versiyona ku ji hêla Azerbeycanê ve hatî pêşkêş kirin îspat dike. Herwiha tekez kir ku operasyona sabotajê ya Azerbaycanê li dijî armanceke ne leşkerî hatiye kirin.

Bala dîplomatên biyanî bal kişande ser wê yekê ku zêde ji du heftiyan e, biryara dadgeha navneteweyî ya dadweriyê ya vekirina korîdora Laçînê bi awayekî hovane ji aliyê rayedarên Azerbaycanê ve hatiye paşguhkirin. Eva ku ev kiryara terorîstî jî di çarçoweya biryareke pêknehatî de pêk tê, nîşana wê yekê ye ku Azerbaycan bûye binpêkerê xirab ê yasayên navdewletî.

Nûnerê Ermenistanê yê ji bo karûbarên hiqûqî yên navneteweyî, Yeghîşe Kirakosyan jî got, biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî Azerbaycanê ferz dike ku li ser korîdora Laçînê tevgera bê asteng di her du aliyan de, her wiha rawestandina çalakiyên neqanûnî li korîdora Laçîn û vegerandina gaz û elektrîkê ji bo Qerebaxê.

Hat destnîşankirin ku tenê nirxandinên hedefkirî yên civaka navneteweyî, kiryarên zelal dikarin bibin alîkar ku siyaseta êrîşkar a Azerbaycanê were sekinandin û piştgiriyê bide hewildanên ji bo îstiqrar û aştiya demdirêj li herêmê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button