PoliticsTop

“Fiyaskoya nukleerî” ya Alîyev: “nûçeyên sexte” di asta serokatiyê de li hember tiştiên , ku Grossî bi çavên xwe dît li Metsamorê

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev di derbarê xebatên santrala nukleerî ya Metsamorê de çend daxuyaniyên derew û pûç dan û teza, ku santrala nukleerî ya Metsamorê ji bo tevahiya herêmê xeternak e, belav kir.

Alîyev diyar kir, ku santrala nukleere bi teknolojiyen kevin dixebitin ü gelek pirsgireken tekniki hene. Wî her wiha dilgiraniya xwe nîşan da ku Ermenîstan bi îdiaya, ku bi firotina neqanûnî ya hin malzemeyên nukleerî yên, ku li santrala nukleerî ya Metsamorê têne hilberandin, mijûl e.

Serokomarê Azerbaycanê van daxuyaniyan di dema hevdîtina bi rêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê Rafael Marîano Grossî re da, lê ji bîr kir ku çend meh berê Rafael Grossî li Ermenîstanê bû, serdana santrala nukleerî ya Metsamor kir û piştî serdanê, li ser rûpela xwe ya twîtterê nirxandineke erênî kir li ser reformên ewlehiyê yên li santrala nukleerî de.

“Aboriya Ermenîstanê xwe dispêre santrala nukleerî ya Metsamorê û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî wê piştgiriya xwe bidomîne, ji bo ku santralê enerjiya kêm-karbonê bi rengek ewledar peyda bike. Ez kêfxweş im, ku reformên ewlehiyê yên li Metsamorê hatine kirin.: Grossî li ser rûpela xwe ya “Twitter” ê nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button