PoliticsTop

Di civîna Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Hindistanê de mijarên ewlekariya herêmî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, ku li Delhiya Nû ye, di 4ê Adarê de di çarçoveya konferansa “Raisina Dialogue” de bi Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê Subramanyam Jaîşankar re hevdîtinek pêk anîbû.

Alyên kêfxweşiya xwe ji dînamîkên kûrkirina diyaloga siyasî ya di navbera Ermenistan û Hindistanê de nîşan dan û tekezî li ser rola serdanên hevdu yên asta bilind û peywendiyên asayî yên li ser platformên cuda di vî warî de kirin.

Wezîrên karên derve yên Ermenîstanê û Hindistanê li ser mijarên rojeva dualî di çend waran de gotûbêj kirin û li ser aktîvkirina hevkariyên bazirganî ,aborî û peywendiyên bazirganiyê, pêşxistina peywendiyan di warê teknolojiya bilind, perwerde, çand, geştiyar û warên din de gotûbêj kirin.

Li ser girîngiya aktîvkirina hevkariyên parlemanî û xurtkirina hevkariyên di navbera her du welatan de di formên piralî yên navneteweyî de, hate tekezkirin.

Mijarên girêdayî ewlekariya herêmî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin. Ararat Mîrzoyan geşedanên dawî yên pêvajoya birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê hevkarê xwe re pêşkêş kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser krîza mirovî, ya ku ji ber blokekirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve li Qerebaxê pêk hat. Di vê çarçovê de, li ser pêwîstiya destpêkirina mekanîzmayên muhtemel ji bo cîbicîkirina biryara 22ê Sibatê ya Dîwana Edaletê ya Navdewletî ya derbarê sepandina tedbîrên awarte li Azerbaycanê jî hat tekezkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button