PoliticsTop

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Artsaxê li ser êrîşa koma sabotajê ya Azerbeycanê li dijî efserên polîsan

Roja 5’ê Adarê saet 10.00’an komeke sabotajê ya Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ji xeta têkiliyê derbas bû û êrîşî atomobîla wezîfe ya Midûriyeta Pasaport û Vîzayê ya Artsaxê , kir. Di encama êrîşê de 3 polîsên bêçek hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Analîzkirina şert û mercên destpêkê yên kuştina polîsan dihêle ku kiryarên aliyê Azerbaycanê wekî çalakiyek şer were binavkirin.

Derketina koma sabotajê ya Azerbaycanê nav axa Komara Artsaxê û êrîşa li ser efserên polîsên Artsaxê, binpêkirineke din a eşkere ya Danezana Sêalî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an e û xwesteka aliyê Azerbaycanê ji bo zêdekirina rageşiyê nîşan dide.

Beriya niha jî şeva 2 û 3ê Adarê, yekîneyên artêşa Azerbaycanê ku li herêmên Askeran, Martakert û Martûnî yên dagirkirî yên Komara Artsaxê bi cih bûne, agirbesta ku bi Daxuyaniya Sêalî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an hatibû destnîşankirin, binpê kiribûn . Hêjayî gotinê ye, ku ev êrîş yekser piştî peywendiyên di navbera nûnerên Artsax û Azerbaycanê de derbarê vekirina Korîdora Laçînê di 1ê Adarê de, hatin kirin. Bakû bi van kiryarên xwe bi eşkere redkirina xwe ya danûstandinan wekî rêyek ji bo çareseriya her pirsgirêkê, nîşan dide.

Ji nişkê ve alozbûna rewşê, piştî dorpêça, ku ev zêdetirî 80 rojan berdewam dike, ji bo ku bi qestî şert û mercên jiyanê yên bê tehemmul ji gelê Artsaxê re çêbike, ku di encamê de qurbanî hene, carek din armancên rastîn ên Azerbaycanê û niyeta temamkirina paqijkirina etnîkî ya Artsaxê îsbat dike.

Aşkere ye, ku negirtina tedbîrên pêwîst ji aliyê civaka navdewletî bo rêgirtin li kiryarên neyasayî yên navdewletî yên Azerbaycanê, ji aliyê rayedarên wî welatî ve weke kartek bo pêkanîna tawanên nû hat dîtin.

Em li civaka navneteweyî bi giştî û aliyên, ku di çareserkirina kêşeya Azerbaycan û Qerebaxê de cih digirin, bi taybetî bang dikin, ku nêzîkatiyên xwe binirxînin û li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî gavên bi bandor bavêjin, da ku dawî li siyaseta terorîstî û qirkirinê ya Azerbaycanê bînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button