PoliticsTop

Çima Ermenistan? faktora ermenî ya biçûk di lîstika mezin ya hindî de

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di 3-4ê Adarê de li Delhiya Nû beşdarî konferansa “Raisina Dialogue” dibe. Li gor daxuyaniya servîsa çapemeniyê ya Wezareta Karên Derva, wek axaftvan wê beşdarî panelekê bibe û bi rayedarên welatên din ra jî hevdîtinan bike.

Piştî şerê 44 rojî ya sala 2020’an têkiliyên Ermenî û Hindistanê gurtir bûn. Di Çiriya Pêşin a 2021 de, Wezîrê Derve yê Hindistanê Subramanyam Jaîşankar bi serdanek fermî ya du rojan hat Ermenîstanê. Ev cara pêşê bû, ku wezîrê derve yê Hindistanê serdana Ermenîstanê dike. Piştre, di 2022 de, di 25-28’ê Nîsanê de Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mirzoyan bi serdaneke xebatê çûbû Hindistanê.

Paşê, di 4-5ê tîrmehê de, li Êrîvanê 8 emîn rûniştina komîsyona nav-hikûmetî ya Ermenîstan-Hindîstanê hat derbaskirin û sekreterê rêvebirîya rojava ya Wezareta Karên Derve ya Hindistanê Sanjay Verma tê de beşdar bû. Piştre Wezîrê Parastinê Suren Papîkyan jî serdana Hindistanê kir. Vê gavê ji bilî Wezîrê Derve, Cîgirê Serokê Meclisa Neteweyî Hakob Arshakyan jî li Hindistanê ye. Di encama serdanên hevbeş ên aktîf de, sala borî hat ragihandin, ku Êrîvanê û Delhî dest bi lêgerîna riyên hevkariyeke konkret û demdirêj di warê leşkerî de kirine.

Hindistana nûjen êdî ne tiştê, ku temaşevanên ermenî di salên 1950-60 de di fîlmên hindî de dîtibûn e. Balyozê Hindistanê li Ermenîstanê Kişan Dhan Deval di yek carê de got: “Hindîstan ji Bollywood, fîl, çay û yogayê pir wêdetir e.” Balyozê li ser vê yekê di çarçoveya aktîvkirina têkiliyên Ermenî û Hindistanê de axivî.

Hem pispor û hem jî karbidest di wê baweriyê de ne, ku têkiliyên Ermenî û Hindistanê ji bo pêşketinê potansiyeleke mezin in û ji bo her du welatan jî pir bi hêvî ne. Pisporên ermenî yên ku li Hindistanê lêkolîn dikin, balê dikişînin ser ji nû ve nirxandina têkiliyên ermenî-hindî yên li ser bingeha dostaniya kevnar. Ew vê rastiyê bilind dinirxînin, ku Êrîvan li Hindistanê dinêre, ku bi potansiyela xwe ya aborî, zanistî û teknolojîk a mezin di nîzama nû ya cîhana nû de hewldanek cidî dike û korîdora veguhestina navneteweyî ya Bakur-Başûr ava dike.

Bi taybetî piştî şerê 44 rojî têkiliyên nûjen ên Ermenî û Hîndîstan aktîf bûn. Di rojeva her du welatan de mijara hevkariya leşkerî bi awayekî berçav cih girt. Di asta nûnerên payebilind ên Ermenîstan û Hindistanê de, beriya niha hatibû ragihandin, ku alî mêldarê hevkariya demdirêj di warê parastinê de ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button