PoliticsTop

Aliyê Azerbaycanê rastiyên derew pêşkêş dike û dibêje, ku çek bi otomobîla polîsan hatine veguhestin

Li gor daxuyaniya polîsê Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Artsaxê, aliyê Azerbaycanê bi îdiaya, ku bi wesayîteke polêsan ji Ermenîstanê ber bi Artsaxê ve çek dibir, rastiyên derew pêşkêş dikin. Lê di rastiyê de ne tenê çek nehatin veguhestin, polîs ji Stepanakertê diçûn cîhê xebata xwe ya li ser rê.

Duh sibê zu, saet derdora 10.00’an de, di encama hedefgirtina wesayîta Midûriyeta Polîsan a Pasaport û Vîzayê , ji aliyê komeke sabotaj a hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve li herêma bi navê “Xaypalû” 3 polîs hatin kuştin û efserek jî birîndar bû.

Koma sabotajê ya Azerbaycanê li qada daristanî ya li ser rê ket kemînê û ji wir jî êrîşî atomobîlê kir.

Di wêneyên pêvekirî de dîmen û wesayîta vala ya xerabûyî xuya dike.

Hêjayî gotinê ye ku di encama çalakiya xweparastin û astengkirinê ya efserên polîs û leşkerên artêşa berevaniyê de li çeperên cîran, aliyê Azerbaycanê jî qurbanî û birîndar ketin û ji bo çeperên derketibun, vegeriyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button