EconomicsPoliticsTop

Şîrketên Hindî wê di demek nêzîk de li Ermenîstanê veberhênanên mezin bikin: balyozê Hindistanê

Di van du salên dawî de dostaniya ermenî-hindî bi awayekî aktîf kûr bûye û di warên cuda de xebat hatine kirin. Gelek tişt hene, ku em bikin, lê ya herî girîng sektora bazirganiyê ye, ez wisa difikirim, ku di pêşerojê de, danîna peywendiyên hêsantir wê bibe alîkar ji bo bihêzkirina peywendiyên bazirganî û hevkariyê di warên cuda de ku jê derdikevin. Balyozê Hindistanê li Ermenîstanê Tejas Pagar di axaftina xwe ya bi NEWS.am’ê re behsa vê yekê kir.

“Pêwendiyên bazirganî yên Ermenî û Hindistanê sala borî kûrtir bûn, dema ku Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan ligel şandeke mezin ji karsazan serdana Hindistanê kiribû. Ez naxwazim niha tekez bikim, ku çi alyan de hûn ê di demek nêzîk de pêşveçûînê bibînin, lê karsaz û pargîdaniyên Hindî wê li Ermenîstanê veberhênanên giran bikin. Wê hebûna wan di gelek qadan de diyar bibe.”

Balyozê Hindistanê amaje bi wê yekê jî kir, ku Azerbaycan daxwaza korîdora derve ji Ermenîstanê dike û Îran jî radigihîne ku ew bi tundî li dijî guhertina sînoran e. Hindîstanê beriya niha helwesta xwe ya fermî eşkere kiribû, dema ku li ser sînorê Ermenîstanê geşedan çêbûn, me di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de jî ragihandibû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button