
Alîkarê Serokwezîr Mher Grigoryan pêşwaziya Seyîd Sulat Mortezawî, Wezîrê Hevkarî, Kar û Barê Civakî yê Komara Îslamî ya Îranê kir. Cîgirê serokwezîr bi xêrhatina mêhvanan kir û balkişand li ser geşepêdana peywendiyên bi Îrana dost û hevparê Ermenistanê re.
Di hevdîtinê de her du alî bal kişandin ser potansiyela mezin a têkiliyên bazirganî û aborî, yên ku nehatine bi cih anîn û li ser rêyên nû yên hevkariyê, yên muhtemel gotûbêj kirin. Herwiha amaje bi giringiya pevguhertina ezmûnan û cîbicîkirina pirojeyên hevbeş di warên berjewendiya herdu aliyan de, bi taybetî di warê kar û parastina civakî de hat kirin.
Di dawiya hevdîtinê de Wezîrê Îranê ji bo zêdetir berfirehkirina hevkariyên Ermenîstan-Îranê, vexwend cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê, ku serdana Îranê bike û ji karên, ku di warên hevahengiya wezaretê de têne derbaskirin, agahdar bibin.