PoliticsTop

Ji bo bangên, ku bi tehdîda tundûtûjiyê dibê dest ji serweriyê berdin, wê berpirsiyariya sûc bê avakirin

Meclisa Neteweyî pêşnûmeya guhertinên Qanûna Cezayê gotûbêj kir, ku li gorî wê tê pêşniyar kirin, ku li Ermenîstanê, ji bo dev ji serweriyê, bikaranîna tundûtûjiyê an jî tehdîda bikaranîna şîdetê ji bo bi tevahî an jî qismî sînordarkirina serweriya Komara Ermenîstanê, û hem jî ji bo bangên giştî yên ji bo dev ji serweriyê berde, cezayê sûc were danîn.

Li gor cîgirê wezîrê dadê yê Komara Ermenîstanê Levon Balyan. “Di encama qebûlkirina projeyê de, kiryarên ku bi mebesta dev ji serweriyê berdin, wê weke kiryarên sûc bên dîtin. Ev kiryar in ku armanca wan ew e ku bi tevahî an jî qismî serweriya Komara Ermenîstanê bi karanîna şîdetê an jî bi tehdîdkirina şîdetê sînordar bikin. Bangên gel ên ji bo van kirinan, ango dest ji serweriyê berdin jî wê bên krîmînalîzekirin. Kiryarên ku ji bo dev ji serweriyê berdin wê bi cezayê girtîgehê ji bo dema 10-15 salan, û bangên raya giştî yên ku ji bo wan wê bi cezayên cuda, ji cezayê pereyan heta hepsa pêşwext ji bo maweya herî zêde 2 mehan an jî cezayê girtîgehê ji bo maweya herî zêde 3 salan pêk bê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button