CulturePoliticsTop

Haya min ji têkiliyên kûr ên di navbera ermenîyên, ku li vir dijîn û diyasporaya ermenî ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, heye:” Balyozê Amerîkayê li Ermenîstanê

Balyoza Amerîkayê ya li Ermenîstanê, ya ku nû hatiye tayînkirin Krîstîna Quînn serdana Navenda Hunerê ya Kafescêan kir û li ser twîtterê twîtek weşand.

“Ez wek Kalîforniyekî xwecihî, haya min ji têkiliyên kûr ên di navbera ermenîyên, ku li vir dijîn û diyasporaya ermenî ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, heye. Navenda Kafescêan mînaka hevkariya ermenîyên ji çar aliyê cîhanê ye, ku çanda ermenîyan nîşanî cîhanê bidin û çanda cîhanê bînin Ermenîstanê. Spas ji bo gera xweş a Navenda Hunerê ya Kafescêan.Ez ji berhevoka balkêş a berhemên hunerî yên hemdem ên Ermenî û navneteweyî pir kêfxweş bûm,” Quînn nivîsî.

Li ser vê yekê Balyozxaneya Amerîkayê jî radigihîne.

“Balyoz heyraniya xwe ya ji bo mîrateya dîrokî ya dewlemend û çanda bêhempa ya Ermenîstanê anî ziman. Wî hem di warê geşepêdana welat û hem jî di warê populerkirina mîrata çandî de hevkariya ermenîyên li Ermenîstanê û ermeniyên dîasporayê bi pesnê xwe da zanîn:” Di peyama de, ku ji balyozxaneyê ve hatiye belavkirin, hate gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button