
Alîkarê Serokwezîr Mher Grîgoryan, Balyoza nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Ermenîstanê, Khrîstîna Quînn qebûl kir.
Bi xêrhatina Khrîstîna Quînn , cîgirê serokwezîr ji ber destbikarbûna wê wek balyoz pîrozbahî li wê kir û hêviya karekî berfereh di erkê wê yê berpirs de, xwest.
Di hevdîtinê de li ser geşepêdana peywendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Alîkarê Serokwezîr Mher Grîgoryan rewşa, ku di encama astengkirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye afirandin û girîngiya bersiveke zelal a navneteweyî ji bo vê yekê pêşkêşî balyoz kir.
Her wiha di hevdîtinê de li ser geşedanên herêmî jî nêrînên xwe anîn ziman.