PoliticsTop

Sumgaît li tevgera Artsaxê de , û blofên propagandaya Azerbaycanê ye

Beriya 35 salan, di 27-29ê Sibata 1988an de, bi teşwîqa rayedarên Azerbaycanê û di encama bêçalakiyeke sûcdar de, li bajarê Sumgaîtê komkujiya Ermenîyan pêk hat. Bi boneya 35 salvegera qetlîama Ermenîyan a li Sumgaitê, Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê daxuyaniyek da.

Pispor di wê baweriyê de nin, ku Ermenîstan divê li pey sûcê Sumgaîtê bibe, da ku nirxandineke siyasî bistîne, nemaze dema ku Azerbaycan, bi berdewamî materyalên sexte bikar tîne, hewl dide ku her tiştî di neynikek xelet de pêşkêşî cîhanê bike. Azerbaycan bi kirina bûyerên 26-28ê Sibata 1992ê li Xocaliyê ji bo xwe wek markayeke bazirganî, hewl dide ku, bi vî awayî, wan her du bûyeran bike yek.

Di Sibata 1988’an de li Bakûyê u Gandzakê polîtîkaya qirkirin û sirgûnkirina bi darê zorê ya Ermenîyan ji aliyê hikûmeta Azerbaycana Sovyetê ve li Sumgaitê hat organîzekirin.

Di sîyaseta Azerbaycanê ya Sovyetê û ya piştî Sovyetê de tu tişt neguherî, bi her awayî siyaseta qirkirina ermenîyan veşartibûn, di şûna wê de, bûyerên Xocalyûyê bi rastiyên derew, bûyerên ku diqewimin de bi dar ve kirin. Xocalu ji bo Azerbaycanê bûye markayeke bazirganî.

Îro jî wisa ye. Pispor destnîşan dikin ku bi van blofên propagandayê, serkirdayetiya Azerbaycanê hertim hewl daye ku bala civaka navneteweyî ji mijara şermezarkirina tawanên Sumgaîtê dûr bixe.

Divê em bibêjin ku li Xocalyoyê gurciyên misilman, tirk-meskhetî hatin kuştin û Ayaz Mutalîbov bi xwe jî li ser vê yekê axivî, hin rojnamevanên Azerî jî axivîn. Divê bê axaftin, lê me qad vala hişt, me hemû derfet û avantaj da Îlhamê ku li dijî Ermenîyan çîrokên derew pêşkêşî cîhanê bike. Ya ku em behsa vê dikin ev e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button