EconomicsTop

Nîşaneya çalakiya aboriyê di meha ewil a salê da 10,5% zêde bû

Nîşaneya çalakiya aborî ya Ermenîstanê di Kanûna Paşina 2023’an de li gorî Kanûna Paşina sala borî ji 10,5% zêde bû, lê li gorî Kanûna Pêşina 2022’an jî nîşaneya Kanûna Paşina îsal 46,1% kêm bû.

Ev bi daneyên ku ji hêla Komîteya Îstatîstîkî ya Komara Ermenîstanê ve hatî weşandin ve, tê gotin.

Hêjeya hilberîna pîşesaziyê di meha Kanûna Paşinê ya îsal da li gor Kanûna Paşina par 1,4 % zêde bû. Hecma înşaetê di meha Kanûna Paşinê ya îsal de li gor heman dema par 12,2 % zêde bû.

Di meha Kanûna Paşinaê de li gorî Kanûna Paşina 2022’an rêjeya bazirganiyê 17,7 % zêde bû. Hêjmara xizmetên, ku li Ermenîstanê di Kanûna Paşina 2023an de li gor heman heyama par 25,9% zêde bû.

Di Kanûna Paşina 2023an de endeksa bihaya xerîdar li gorî Rêbendana 2022an 8,1% zêde bû. Endeksa bihaya berhemên pîşesaziyê di meha Kanûna Paşinê da li gor rêbendana par 1,6% zêde bû. Û qebareya berhemanîna elektrîkê di meha yekê ya îsal de li gorî heman dema sala borî 1.5% kêm bûye.

Di meha Kanûna Paşine ya îsal de li gorî heman dema par di qebareya bazirganiya derve de 93,8% zêde bû. Di heman demê de hinardekirin 2,3 qat, îthalat jî 72,5% zêde bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button