PoliticsTop

Nameyên sûcdar ji bo Baku û Enqereyê: Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bikaranîna çeteyên kirêt wê raporekê pêşkêş bike

Koma xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bikaranîna çeteyan li Ermenîstanê ye. Komê navçeya Syunîkê de bu. Li paytextê pispor bi nûnerên hikûmetê, endamên saziyên sivîl re havdîtin kirin. Koma xebatê wê di Îlona 2023’an de encam û pêşniyarên xwe pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan bike.

Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Bikaranîna Çeteyên Kirêt, Leşkerên Taybet û Şîrketên Ewlekariyê di serdana 8 rojan a Ermenîstanê de li ser qanûnên, ku kiryarên kirêt sûcdar dikin agahî berhev kirin. Komê her wiha çalakiyên şîrketên ewlekarî yên taybet û bandora wan li ser mafên mirovan nirxand. Di daxuyaniya ku di dawiya serdanê de hat weşandin de, pisporan diyar kirin ku di danişîna dadgehê ya li Kapanê de 2 çeteyên Sûriyeyê hatin binçavkirin.Ravindran Daniel, serokê komê, çavdêriyên pêşîn ên pisporan pêşkêşî dike.

“Dadgeha yekem a herêmê, hukmên qanûnî yên sûcdarkirina çeteyên, ku beşdarî kiryarên hovane yên di dema operasyonên şer de bûne, sepand. Pispor her wiha tekez dikin ku pêkanîna van rêzikên qanûnî hîn di qonaxên destpêkê yên pêşkeftinê de ye û ji dadweriya Komara Ermenîstanê daxwaz dikin, ku di pêşerojê de nêzîkatiyên mexdûr-navenda zêdetir binirxînin.”

Du hemwelatiyên Sûriyê bi hinceta ku wek kirêt-terorîst beşdarî operasyonên leşkerî yên Azerbaycanê li dijî Artsaxê kirine, hatin mehkûmkirin. Li gorî îdianameyê, Muhrab Mihemed El-Sxherî û Yusef Alabet El-Hacî, li hember wergirtina tazmînata madî, wekî beşek ji komeke organîze beşdarî bune şerê dijwar ê ku ji aliyê serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Komara Azerbaycanê ve di 27ê îlonê 2020 de hatiye destpêkirin, ku tê de kiryarên wan Komara Ermenîstanê bûn armanc û di dema pevçûnek çekdarî de li axa Komara Artsaxê sivîl û kesên rasterast beşdarî operasyonên leşkerî nebûn an jî birînên cidî yên laş xistin. Koma xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bikaranîna çeteyan jî di derbarê hebûna çeteyan de agahî girt û di sala 2020’an de bersiva vê rastiyê da.

“Erka koma me ya xebatê pir berfireh e. Di çarçoveya wê de, em serdana welatan dikin û di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de em dikarin zanyariyên cuda bidest bixin. Di vê kêliyê de agahiyên di destê me de 2 çeteyên, ku hatine girtin û hatin binçavkirin. Hîn jî me bi çeteyan re hevdîtin pêk neaniye, em hêvîdar in ku beriya ragihandina dawî ya raporê agahiyên zêdetir bi dest bixin.” Endama Koma Xebatê Elena Aparak dibêje.

Agahiyên zêde hê jî tên komkirin. Koma xebatê wê di Îlona 2023’an de encam û pêşniyarên xwe pêşkêşî Konseya Mafên Mirovan bike

Pisporên prosedurên taybet bi dilxwazî ​​dixebitin. Ew ne karmendên Neteweyên Yekbûyî ne û mûçe nagirin. Ew ji her hikûmet û rêxistinekê serbixwe ne û li gorî derfetên xwe xizmetê dikin. Çalakiyên koma lêkolînê ya xebatê ti encamên hiqûqî nade. Mebesta weşandina agahdariya ku wan berhev kirine ev e ku pirsgirêk bêtir xuya bibin, serokê koma xebatê Ravindran Daniel got. Her wiha diyar kir ku di encama encamnameyê de wan nameyên tawanbarkirinê ji Azerbaycanê û Tirkiyê re şandine. Herwiha wan daxwaza xwe ya çûyîna Azerbaycanê jî nîşan da, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button