CultureTop

Li Hewlêrê pêşangehek belgeyên arşîv ên li ser kêmîneyên netewî yên Kurd, Êzidî û Suryanî yên li Komara Ermenîstanê dijîn hat derbaskirin

Bi boneya duwemîn salvegera vekirina fermî ya baylozxaneya Komara Ermenistanê li Hewlêrê, di 26ê Sibatê de, baylozxanî, tevî Wezareta Rewşenbîrî û Karûbarên Ciwanan a Kurdistana Iraqê, li hola sereke ya Wezareta Çandê nêzî 70 wêne û arşîvên dîrokî yên li ser hindikahiyên neteweyî yên kurd, êzdî û suryanî yên li Komara Ermenîstanê dijîn, vekirin. Bi fermî axaftin-pêşkêşana lêkolînerê Matenadaran Gor Yeranyan li ser destnivîsên kurdî yên bi tîpên ermenî û pirtûkên kurdî yên çapkirî yên bi tîpên ermenî jî hat kirin.

Wêneyên dîrokî û belgeyên arşîvî ji hêla Arşîva Neteweyî ya Komara Ermenîstan, Matenadaran, Muzeya Dîrokê, Muzeya Huner û Wêjeya Çarents û Armenpressê ve hatin pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de amade bûn hejmarek ji berpirsên payebilind ên Kurdistana Iraqê, kesayetiyên çandî û siyasî, rewşenbîr, endamên nûnertiyên dîplomatîk ên akredîtîzekirî li Hewlêrê, nûnerên civakên ermenî, suryanî û êzdî .

Di çalakiyê de ji aliyê Wezîrê Çand û Ciwanan ê Kurdistana Iraqê Mihemed Seîd Elî, Serkonsolos Arşak Manukyan ve axaftin hatin kirin.

Wezîr Mihemed Seîd Elî di axaftina xwe de diyar kir ku derbaskirina pêşangeheke wiha li Hewlêrê bêmînak e. Wî behsa peywendiyên dîrokî yên ermenî û kurdan kir, rola girîng a Ermenîstanê, nemaze Ermenîstana Sovyetê, di parastina çand û nasnameya kurdî de lîst, anî ziman.

Wezîr her wiha amaje bi serdana xwe ya sala borî ya Êrîvanê ya di meha Tebaxê de jî kir û bi taybetî tekez kir, ku şanda Kurdî jî ji bo rêzgirtina u ji bo bîranîna qurbaniyên bêguneh ên qirkirina Ermenîyan serdana Tsisernakaberdê kirin.

Tê destnîşankirin ku nîşandana malzemeyên dîrokî yên girîng carek din rola Ermenîstanê ya girîng di parastina nasname û çanda gelên Kurd, Êzidî û Asûrî de nîşan da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button