TopWorld

Jina Êzidî ya di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, di nava mexdûrên erdhejê de hat naskirin

Piştî erdheja ku li Sûriye û Tirkiyeyê pêk hat, medyaya Êzidî ya navneteweyî û herêmî li cihên ku erdhej lê bandor bûne geriyan. Di raporeke wiha de jineke Êzidî ya ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin, diyar kir.

Dayik û keça jinê ew nas kirin û îdia kirin ku ew xizmê wan Dalal e ku di sala 1978’an de ji dayik bûye û li herêma Hardanê ya bakurê rojhilatê Çiyayê Şengalê jiyaye.

Keça jinekê bi navê Zirî Xelef Fero, daxwaz ji hikûmeta Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê û encumena bilind a rûhanî ya êzdiyên Iraqê kir, ku alîkariya dayîka wê bikin ku vegere cem malbata xwe.

lê mixabin heya niha nivîsgeha revandî ya êzîdiyan li Îraqê ti daxuyanî nedaye û ti agahî derbarê vê jina revandî belav nekiriye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button