PoliticsTop

Diyaloga Ermenî-Amerîkî xwedî cewhereke stratejîk e: Serokê Meclisa Netewî li balyozê Amerîkayê re

Serokê Giştî yê Meclisa Netewî Alen Sîmonyan di 27ê Sibatê de baylozê nû yê Amerîkayê yê Ermenîstanê Khrîstî na Qvuîn qebûl kir. Serokê Meclisa Netewî ya Komara Ermenîstanê di pîrozbahiyê de li Balyozê û ragihand ku di wê baweriyê de ye, ku peywendiyên ermenî-amerîkî di dema cîbicîkirina erka wê de wê pêşde herin û berfirehtir bibin.

Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê destnîşan kir, ku Amerîka di jiyana siyasî û aborî ya Ermenîstanê de cihekî sereke digire û diyaloga ermenî-amerîkî cewherek stratejîk e.

Alen Sîmonyan bal kişand ser girîngiya alîkariyên Amerîkayê ji bo reformên sîstematîk ên, ku li welatê me tên kirin.

Aliyan behsa rewşa Ermenîstan û Qerebaxê ya ji ber êrîşên Azerbaycanê, kirin û dilgiraniya xwe ji karesata mirovî ya li herêma Ermenîyên Artsaxê anîn ziman. Alen Sîmonyan tekez kir, ku yek ji pêngavên girîng di vî warî de, biryara Dîwana Dadweriya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî ye, ku bi wê biryarê, Azerbaycan neçar bûye ku çûnûhatina di korîdora Laçîn de bênavber dabîn bike. Wî Tekez kir ku Amerîka dikare roleke diyarker û giran di cîbicîkirina biryarê de bilîze.

Li ser pêwîstiya zêdekirina zextên li ser Azerbaycanê ji aliyê civaka navneteweyî ve, di nav de sepandina muhtemel a cezayan, raman hatin guheztin. Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê , di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Ermenîstan li hemberî cîranên xwe tu îdiaya erdnîgariyê nîne, rêya demokrasiyê girtiye û bi rojeva pêkanîna aştiyê ve girêdayî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button