PoliticsTop

Rewşa li Korîdora Laçînê pêwîstî bi tevgereke lezgîn e: Daxuyaniya hevraporterên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê

Hev-raporterên çavdêriya ermenîyan li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Kîmmo Kîlyunen (Fînlanda) û Borîana Oberg (Swêd) piştî serdana Ermenîstanê ya di 17-19’ê Sibatê de, ji bo nirxandina rewşa li derdora Korîdora Laçîn û sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê daxuyaniyek dan.

“Rewşa li Korîdora Laçînê pêwîstî bi tevgereke lezgîn e. Heta roja îro niştecihên Qerebaxê nikarin bi azadî tevbigerin û ji me re hat ragihandin, ku li her du aliyên korîdorê hêj 954 kes girtî ne. Tenê wesayîtên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî û aştîparêzên Rûs dikarin di vê korîdorê re derbas bibin, ku diyar e, ku ev yek têra hewcedariyên gel nake. Wekî din, pir girîng e ku hilber di demsala çandiniyê de di wextê de bigihîjin. Li gorî Daxuyaniya Sê alî ya 10-ê Çiriya Paşina 2020-an divê tevgera azad a hemî wesayîtan bi lezgînî were vegerandin.

Her wiha li Qerebaxê qutkirina gelek caran gaz û elektrîkê bûye sedema binpêkirina mafên niştecihan. Gelek kes karên xwe winda kirine, zarok jî ji xwendinê bê par mane, ji ber ku dibistan neçar mane werin girtin.

Em daxuyaniya xwe ya hevpar a bi hevraporteran re, ya di mijara Azerbeycanê, ya 16’ê Kanûna Paşina 2022’an de, ku banga vegerandina tevgera azad a di Korîdora Laçînê re kiribû, her wiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 21’ê Kanûna Paşina 2022 , ku bang li rayedarên Azerbaycanê kir, ku hemî tedbîran bigirin ji bo ewlekirina tevgerê ya nexweşên giran ên, ku hewcedarê alîkariya bijîşkî ne li Ermenîstanê û mirovên din ên di rewşên dijwar de li ser riya “Korîdora Laçînê” ne.

Em biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya di 22ê Sibata 2023an de jî bi bîr tînin, ku tê de tê gotin ku “Azerbaycan gotî hemû tedbîrên di destê xwe de bigire, ji bo ku bê astengî li ser korîdora Laçînê bi her du aliyan ve çûnûhatina mirovan, wesayitan û kelûpelan bigire. Em bang li hemû endamên Meclîsê dikin, ku vê rewşê bigihînin meclîsên xwe yên neteweyî û tevlî banga me ya ji bo rawestandina bloka neqanûnî ya Korîdora Laçînê bibin.

Derbarê rewşa sînorên Ermenîstan û Azerbaycanê de, me encamên êrişên leşkerên Azerbaycanê li ser binesaziyên sivîl ên bajarê Jermûk û gundê Sotkê dîtin. Me diyar kir ku delîlên bikaranîna bombeyên goşeyî li herêmên sivîl hatin berhevkirin û ji bo lêkolîna zêdetir hatin parastin. Hebûna mewziyên şerker ên Azerbaycanê di nav axa Ermenîstanê ya serwer de, carinan li derveyî sînorên nakok, nîşanî me da.

Em pêşwazî li şandina mîsyona sivîl a Yekîtiya Ewropî li ser sînor dikin, û balê dikişînin ser bandora berbiçav a mîsyona berê di kêmkirina aloziyan de. Em bang li her du aliyan dikin ku gotûbêjên xêzkirina sînoran bi pêş bixin û li ser vekişîna neynikê ya leşkeran ji sînor wek gaveke avakirina pêbaweriyê li hev bikin.

Weke berê, em gelek baldar in li ser bûyerên paşerojê û amadehiya xwe ji bo pêşkêşkirina hemû piştevaniya siyasî li ser asta parlamentê, ku pêwîst e ji bo bidestxistina çareseriyeke aştiyane ya demdirêj, tekez dikin:” di daxuyaniyê de got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button