PoliticsTop

Biryarên Dadgeha Laheyê bi înfaza mecbûrî ne: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser biryara li ser mijara Laçînê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres tekez kir, ku biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî di bin înfaza mecbûrî de ne, hêvî kir ku tedbîrên guncaw ji bo misogerkirina tevgera azad di korîdora Laçînê de bêne girtin.

Di daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de hat gotin, ku Sekreterê Giştî yê NYyê biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ku di 22yê sibatê da di çarçoveya pêvajoya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê da hatibûn qebûlkirin, dihesibîne. Sekreterê Giştî pêşwazî li baweriya hikûmetên Ermenîstan û Azerbaycanê bi Dîwana Edaletê ya Navneteweyî kir.

Sekreterê Giştî bi bîr xist ku biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî mecbûrî ne. Ew di wê baweriyê de ye,ku alî wê biryaran cîbicî bikin, di nav de biryara girtina tedbîran ji bo dabînkirina çûnûhatina bê astengî ya xelk, otombîl û bar li her du aliyan di rêya Korîdora Laçînê re.

Sekreterê Giştî hêvî xwest ku Ermenîstan û Azerbaycan ji bo pêşdebirina têkiliyên dualî xebatên xwe bidomînin. Wî tekez kir ku ew teşwîqê diyaloga çêker dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button