PoliticsTop

“Bi her roja nû ya dorpêçê re, Artsax vediguhere girtîgehek vekirî:” Parêzvanê mafên mirovan ya Artsax ê

Parêzvanê mafên mirovan ya Artsax ê Gexam Stepanyan li ser rûpela xwe ya “Facebook” ê nivîsî: “Armanca civaka navneteweyî divê ew be, ku zextê li Azerbaycanê bike da ku bi temamî, bê şert û merc û tavilê dorpêça li ser Artsaxê rabe, ne ku bi Azerbaycanê re li ser îhtîmala hinartina rêjeyek sînorkirî ya hilberên xwarinê ji bo Artsaxê danûstandinan bikin.

Divê em pir hişyar bin, ji ber ku Azerbaycan rewşê ji bo berjewendiya xwe bikar tîne, da ku bi behaneya gihîştina alîkariyên mirovî ji bo Artsaxê, hebûna dorpêçê dîsa înkar bike. “Mixabin, bi her roja nû ya dorpêçê re, Artsax vediguhere girtîgehek vekirî, di heman demê de mirovahî di vî warî de di pratîkê de bêdeng dimîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button