All NewsTop

Vîdêo. Têkiliyên Ermenistan-Tirkiyê û propagandaya Azerbaycanê

Piştî erdheja karesata li Tirkiyê, tevî nebûna peywendiyên dîplomatîk û girtina sînorên di navbera her du welatan de, Ermenistanê destê xwe yê mirovî dirêjî gelên ku ji karesatê zirarê dîtine kir.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştî ku yekem xebera erdhejê wergirt, sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwest û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî. Piştî rojekê Ermenîstanê tîmeke lêgerîn û rizgarkirinê ya ji 27 kesan pêk dihat şandin Tirkiyeyê bajarê Adyamanê û li wir bi awayekî aktîf tevlî xebatên rizgarkirina kirin.

Ermenîstanê bi rêya Pira Margara ku ji sala 1993’an ve girtî ye, du caran alîkariyên mirovî şandin herêmên erdhejê yên Tirkiyeyê. Û di 15ê Sibatê de, Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan bi xwe çû Enqerê û li wir bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî. Mîrzoyan serdana Adiyamanê jî kir û bi ekîbên ermenî yên li wir xebatên xwe dimeşînin re hevdîtin kir. Di civîna çapemeniyê ya hevpar de Çavuşoglu anî ziman ku Ermenîstan di van rojên dijwar de destê xwe yê însanî nîşanî Tirkiyeyê da û piştgirî û hevkariyê nîşan da.

Wezîran her wiha li ser vekirina rêyan axivîn û li ser restorekirina pira Anî jî li hev kirin. Serdar Kiliç, nûnerê taybet ê Tirkiyê di proseya asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Tirkiyê de, li ser Twitterê çend caran spasiya Ermenistanê kir.

Ligel van hemûyan, makîna propagandaya Azerbaycanê jî, rewşa felaket a gelê Tirkiyê li ber çavan negirt, bi gelek nûçeyên sexte hewl dida ku hestên dij-ermenî belav bike û sîwanekê bavêje ser gavên mirovî yên Ermenîstanê û operasyonên rizgarkirinê. Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi xwe ew dezenformasyona ku belav dike red kirîe.

Tevî ku Bakûya fermî derbarê nêzîkbûna Ermenistan û Tirkiyê û alîkariya Ermenîstanê de ti daxuyanî nedaye, lê diyar e ku serkirdayetiya wî welatî bi taybetî ji geşepêdana bûyeran ne razî ye, şeva 16ê Sibatê rizgarkirên Ermenî vegeriyan welatê xwe. bi rêya pira Margara piştî qedandina karê ku zêdetirî hefteyekê li Tirkiyê dom kir. Divê bê zanîn ku di şert û mercên bloka Artsaxê de ev tevgerên însanî yên Ermenîstanê ji hêla civaka navneteweyî ve jî bi erênî hatin nirxandinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button