All NewsTop

Serokwezîr heyeta di bin serokatiya Fermandarê Operasyonên Sivîl ên YEyê da qebûl kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan,  qebûl kirîe  Fermandarê Operasyonên Sivîl ê Servîsa Çalakiya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Stêfano Tomat û  pê ra Serokê şandeya nû ya çavdêriyê ya YEyê ya li Ermenîstanê Markûs Rîttêr.

Serokwezîr biryara şandina mîsyona çavdêriya sivîl a demdirêj a YEyê li Ermenîstanê silav kir û destnîşan kir ku ew ê tevkariyê li aramî û aştiya herêmê bike.

Fermandarê Operasyonên Sivîl ên Yekîtiya Ewropayê ji ber alîkariya ku ji bo mîsyonê hatiye kirin spasiyên xwe pêşkêşî aliyê Ermenî kir û bal kişand ser xebatên ku li Ermenistanê bên kirinê.

Di civînê de li ser mijarên girêdayî şandeya çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropayê û rojeva hevkariyê danûstandina nêrînan hate kirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button