
Jina serokwezîrê Ermenîstanê Anna Hakobyan li ser rûpela xwe ya Facebookê da zanîn ku îsal li welatê me konferanseke navneteweyî ji bo rola jinan tê lidarxistinê.
“Li Myûnxênê min serok û damezrînera rêxistina “Rêberên Siyasî yên Jin” Sîlvana Kox-Mêhrîn nas kir. Îsal wê li welatê me konferanseke navneteweyî ya bi navê “Rola jinê di pêşxistina demokrasî, aştî û ewlehiyê de” bê lidarxistinê. – Anna Hakobyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîe.