All NewsTop

Paşînyan pêwîstî bi giringîdana civaka navdewletî bo rewşa derdora Korîdora Laçînê dibîne

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di panela ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Myûnxênê de li ser ewlekariya Kafkasya Başûr hatîe lidarxistin de behsa astengkirina Korîdora Laçînê kîjan alîê Azerbaycanêva hatîe kirinê.

“Ev 70 roj in ku Korîdora Laçînê girtî ye û mixabin li Qerebaxê qeyraneke mirovî heye. Her wiha li wir krîza enerjiyê heye, ji ber ku elektrîk û gaza Qerebaxê qut bûye. Di nava 70 rojên dawî de 10 caran gaza Qerebaxê hat astengkirin. Ev mijareke ku divê bê çareserkirinê.” – got serokwezîrê Ermenistanê.

Wî zêde kir ku di daxuyaniya sê alî ya 9ê çirîa paşin 2020an de rêziknameyên zelal di derbarê Korîdora Laçînê de hatine dayîn. Bi gotina wî, li gorî daxuyaniya sêalî, erkê hêzên aştîparêz ên Azerbaycan û Rûsyayê ye ku di korîdora Laçînê de tevgera azad misoger bikin, lê niha rewş bi temamî berovajî ye.

Serokwezîr bal kişand ser vê yekê ku divê civaka navneteweyî bi baldarî li ser vê rewşê bisekine, ji ber ku eger wiha berdewam bike, dibe ku encamên mirovî yên ku nayên vegerandin li ser Ermeniyên li Qerebaxê dijîn derkevin holê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button