All NewsTop

Dîktatorê Azerbaycanê Alîêv di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de hin îdiayên derew anîne ziman

Şêwirmendê Wezîrê Dewletê yê Komara Artsaxê Artak Bêglaryan li ser rûpela xwe ya Telegramê amaje bi îdiayên derew ên Îlham Alîêv di Konferansa Ewlehiyê ya Myûnxênê de kiriye.

“Dîktatorê Azerbaycanê Alîêv di Konferansa Ewlekariyê ya Myûnxênê de hin îdiayên derew anîne ziman, ku ez dixwazim li ser vê bersivê bidim.

  • Çar biryarnameyên Neteweyên Yekbûyî yên sala 1993ê bang li her du aliyan kir ku şer rawestînin, lê Azerbeycanê guh neda wan û şer berdewam kir.
  • Di wan biryaran de hêzên Qerebaxa Çiya wek alîyekî şer dipejirînin, lê belê Ermenîstanê napejirînin
  • Li gorî belgeyên fermî yên hukûmeta Azerbaycana Sovyetê, di vê heyamê de li hemû herêmên di bin kontrola Artsaxê de tenê 17 mizgeft hatine jimartin, lê Aliyev îdîa dike ku 67 mizgeft in.
  • Me bi qestî ti mizgeft xera nekiriye, me Mizgefta Şûşî jî restore kir û heta ji destê me hat me yên heyî jî parastinîe.
Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button