SocietyTop

Ji sala 2027’an pê ve, pergala sîgorta tenduristiyê wê ji bo her kesî mecbûrî be

Sîstema sîgorteya bijîjkî ya mecbûrî ya gerdûnî wê ji sala 2027an pê ve li Ermenîstanê dest bi xebatê bike. Wezîrê Tenduristiyê yê Ermenîstanê Anahît Avanesyan 15ê Sibatê di civîna bi rojnamevanan re ev tişt got.

Wê diyar kir, ku wê sîgorteya giştî ya pizîşkî gav bi gav were danîn, îsal wê xebatên amadekariyê bêne kirin û ji sala 2024an pê ve pakêtek sîgorteya yekgirtî wê ji bo hemî sûdmendên fermana dewletê dest pê bike.

“Heta wê demê jî wê sîstema dilxwazî ​​ya bîmeya tenduristiyê bi rêya mûçeyên mehane alyê welatiyan ve dest bi kar bike. Dewlet wê mûçeyê kesên, ku meaşê wan ji navencî kêmtir e, bide.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button