
Fîlmê dirêj ê derhêner Hayk Ordyan bi navê “Zulali” ku di çarçoveya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Nantesê (Univerciné Nantes) de ku di navbera 7-12’ê Sibatê de li Fransayê hate derbaskirin, xelata “Sempatiya Temaşevan” stand.
Di rûpela fermî ya festîvalê de wiha tê gotin: “Duh êvarê me bi kêfxweşî ragihand ku fîlma we ya herî hezkirî “Zulaliî” a Hayk Ordyan e.
Di festîvalê de tenê du fîlm wek xelatgir hatin dîtin, ku yek ji wan jî “Zulalî” ye. Li ser afîşa sereke ya festîvalê “Zulalî” hatiye nîşandan.