
Şanda bi serokatiya Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan ghîşte Tirkiyeyê. Serdar Kiliç ku nûnerê taybet ê Tirkiyê di proseya asayîkirina pêwendiyên Ermenistan û Tirkiyê de ye, li firokexaneya Enqerê pêşwaziya şanda Ermenistanê kir.

Paşê di navbera wezîrên karên derve yên Ermenistan û Tirkiyê de axaftineke taybet pêk hat û piştre jî hevdîtineke berfireh pêk hat.
Heyeta Ermenîstanê wê serdana bajarê Adyaman (Hasanmsur) yê erdhejlêdayî jî bike û li wir bi komek rizgarkerên Ermenî re hevdîtinê bike.

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî axaftineke taybet daxuyaniyek dan.
Mîrzoyan bi taybetî amadebûna Ermenîstanê ji bo vekirina sînorên di navbera Ermenîstan û Tirkiyê de bi temamî nîşan da.
“Hevdîtina me ya îro ji ber karesata, ku gelek kes jiyana xwe ji dest dan, pêk tê, lê ez di vê kêliya dijwar de li Tirkiyeyê me, careke din dixwazim girîngiya avakirina aştiya li herêmê û bi taybetî normalkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re bi tevahî dupat bikim. Ez îrade dikim, ku di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê de têkiliyên dîplomatîk bên avakirin û sînorên di navbera Ermenîstan û Tirkiyeyê de bi temamî bên vekirin:” got Ararat Mîrzoyan.

Wezîr got, ku di vê mijarê de bi Çavuşoglu re hin hûrgilî axiviye.
Mîrzoyan wiha got: “Rêkeftina me heye ku pira Anî bi xebateke hevbeş were çaksazkirin, her wiha berî vekirina tam a sînor jî çavdêriya jêrxaneya peywendîdar bikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku ew hêvî dikin ku di asayîkirina pêwendiyên Enqere û Êrîvanê de pêşketinek çêbibe.
“Îro me bi hevkarê xwe Mîrzoyan re li ser gavên pêwîst ji bo berdewamkirina rêziknameya peywendiyan gotûbêj kir:” got Çavuşoglu.
“Hevkarê ermenî li ser pêvajoya muzakereyên bi Azerbaycanê re jî axivî. Ger her sê welat gavên bibiryar bavêjin, wê bibe alîkar, ku li Başûrê Kafkasya aştî û aramî çêbibe, ev jî ji bo geşbûna aborî girîng e:” li gorî nûçeya Ria Novosti, Çavuşoglu tekez kir.
Bi gotina wî, amadekariyên xalên kontrolê yên li ser sînorê Ermenîstan û Tirkiyê berdewam dikin, rê û pirên, ku diçin wan tên tamîrkirin.
Ev cara duyeme, ku Mîrzoyan serdana Tirkiyê dike, berî niha li Antalyayê beşdarî civîneke dîplomatîk bû û bi hevtayê xwe yê tirk re danûstandinên girtî pêk anîbû.