All NewsTop

Rojava li ser aliyê Ermenî tiştek ferz nekirîe. Sekreterê Encumena Ewlekariyê derbarê daxuyaniyên aliyê Rûsyayê de

Rojava li ser aliyê Ermenî tiştek ferz nekirîe. Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armên Grîgoryan di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de, amaje bi rexneyên aliyên rûsî yên derbarê bicihkirina nûnertiya sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê de kirîe.

“Tu kes nikare me mecbûrî tiştekî bike. Di vê çarçoveyê de Rojava tiştek li ser me ferz nekirîe. Şandina wê şandê biryara aliyê ermenî bûye. Ez dikarim bibêjim hatina wê şandê jî bi ezmûna me ve girêdayî ye. Mebesta min çi ye? Di meha Gulanê û çirîa paşin 2021’an de li ser axa Ermenîstanê ya serwerî êrîş pêk hatîe, di Îlona sala borî de jî êrîşeke mezin pêk hatîe. Û li ser vê ezmûna ku garantiyên ewlehiyê yên heyî bi ser nakevin, Ermenistanê şandeya sivîl a Yekîtiya Ewropî vexwendiye ku hin garantiyên ewlehiyê çêbikin”. – Grîgoryan got, bi şandina mîsyona sîvîl a YEyê wê garantiyên ewlehiyê yên zêde bike.

Sekreterê Encumena Ewlekariyê da zanîn ku ew nikarin li ser navê Moskowê bersiva pirsên têkildarî fikarên wan bide.

“Bi awayekî xwezayî em bi hevkarên xwe yên Rûs re bi rêkûpêk li ser hemû pirsgirêkên ku hene diaxivin û nêzîkatiyên aliyên Ermenî radigihînin, çima me van gavan avêtiye.” – Grîgoryan lê zêde kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button