All NewsTop

Ji Ermenîstanê heta Yewnanîstanê her kes bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina jiyana bê reklam têdikoşîne. Serdar Kiliç

Serdar Kiliç, nûnerê taybet ê Tirkiyê di danûstandinên çareserkirina peywendiyên ligel Ermenistanê de, li ser rûpela xwe ya Twitterê spasiya welatên ku piştî erdhejê alîkariya Tirkiyê kirine, kirîe.

“Bi kesane em dilopek in. Bi hev re, em okyanûsek in,” Kilic di nivîsa xwe de gotinên klasîkê Japonî Ryûnosûke Satoro vegotîe.

“Ev roj ew roj e ku me hemûyan etnîsîte û olên xwe danîe aliyekî û biryar da ku em wek zarokên yek Xwedayî asta herî bilind a mirovahî û hevgirtinê di nav mirovan de nîşan bidin. Dewa Xwedê ji ser we hemûyan hebe.” – Kiliç nivîsîe, wêneyê grafîkî yê welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê weşandîe.

Di wêneya grafîkî ya ku nûnerê taybet ê Tirkiyê weşandiye de behsa Ermenîstanê jî tê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha Kiliç ji bo alîkariya ku Ermenîstanê ji Tirkiyeyê re şandibû spasiya xwe kiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button