All NewsTop

Ermenîstan di peywendiyên bi Hindistanê re eleqedar e ku potansiyela heyî ya domdar pêk bîne. Nîkol Paşînyan bi Balyozê Hindistanê re hevdîtin kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan 14ê Sibatê pêşwaziya Balyozê Komara Hindistanê yê li Ermenîstanê Kîşan Dan Dêval kir ku li Ermenistanê wezîfeya xwe ya dîplomatîk xilaz dike.

Serokwezîr bal kişand ser xebata balyoz Dêval di warê nêzîktirkirina peywendiyên dostane yên Ermenistan û Hindistanê de û hêviya serkeftinê ji bo wî xwestîe.

Nîkol Paşînyan hevkariya di warê aborî, teknolojî, perwerdehiyê û warên din ên berjewendiya hevdu de bi bandor nirxand û diyar kir ku Ermenîstan di têkiliyên bi Hindistanê re bi berdewamî bi pêkanîna potansiyela heyî re eleqedar e. Serokwezîr her weha bi dilxweşî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî re li New York-ê di sala 2019-an de bi bîr anîe.

Balyozê Hindistanê ji bo nirxandina bilind spasiya serokwezîrê Ermenistanê kir û da zanîn ku di heyama wezîfeya xwe de ji bo kûrkirina hevkariya di navbera her du welatan de herî zêde hewl daye.

Hevpeyvînan li ser dînamîkên geşepêdana têkiliyên Ermenî û Hîndîstanê û rojeva dualî nêrînên xwe anîn ziman.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button