SocietyTop

Xizmeta rizgarkirinê hûrgiliyên xebata rizgarkerên Ermenî, yên li Tirkiye û Sûriyê ji erdheja wêranker bandor bûne, dide

Li herêmên Tirkiye û Sûriyeyê yên ku ji ber erdheja wêran bûne, xebatên rizgarkirinê yên ermenî dewam dikin.

“Rizgarkarên ermenî ligel hevkarên navneteweyî, bi berdewamî hewl didin ku avahiyên hilweşiyayî bikolin, u daxwaz dikin, ku pir caran bêdeng bin û bi hêviya ku dengên alîkariyê bibihîn.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê, bi îmkanên teknîkî yên taybet, li “valahî” digerin – deverên tîrêjên betonê yên mezin an derenceyên hilweşiyayî – ku mirow lê têne dîtin. Di dema ku rizgarker hewl didin xwe bigihînin kesên rizgarkirî, tîmên piştevaniyê çavdêriya tevgera avahiyan dikin, ji ber ku îhtîmala hilweşîna wan û her wiha hebûna metirsiyên din dihesibînin: ” Wezareta Karên Navxweyî ya Komara Ermenîstanê.

Di encama xebatên berfireh ên li herêmên hilweşiyayî yên bajarê Adiyemanê hatin kirin de, rizgarkerên bi hevkariya tîmên lêgerînê yên Amerîkayê 3 welatiyên birîndar dîtin û ji bin xirbeyan derxistin.

Li Sûriyê û Tirkiyê, rizgarkerên ermenî xebatên jiholêrakirina hêmanên avahiyan ên lawaz û rawestandî, hilweşandina xirbeyan û derxistina ji herêmê bi alavên taybet didomînin.

.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button