PoliticsTop

Li Artsaxê, ji xwarinê heta ceyranê, her tişt kêm tê bikar aînin: du meh di bin dorpêçê de

Jiyana gelê Artsaxê, ku 2 meh in di bin dorpêçê de ye, li gorî bernameya rawestana elektrîkê dest pê dike û didome. Tora enerjiyê ya Artsaxê zêde te bikar anîn. Zêdeyî mehekê ye ku yekane xeta elektrîkê, ya bi voltaja bilind a ji Ermenîstanê ber bi Artsaxê ve hatiye xerakirin. Azerbaycan rê nade, ku wê tamîr bikin. Şîrketa Enerjiyê ya Artsaxê daxwaz dike, ku elektrîkê kêm bikar bînin, ji bo parastina elektrîkê. Wekî din, pirsgirêkên cidî derdikevin.

Niştecihê Stepanakertê Îrina Arustamyan dibêje:

“Gava ku em sibehê hişyar dibin, divê em grafika ronahiyê ji bîr nekin. Ger serê sibê saet di 8-9an de ronî nebe, ez di 7an de şiyar dibim û her tiştî germ dikim. Saet heştan ez zarokan şiyar dikim, ku taştêyek normal bixwin. Bê guman, li malê sar e, lê ne tiştek. Em ji niha ve li gorî bernameya heyî plansaziya rojê dikin. Em difikirin ka em dikarin çi bi dest bixin da ku ji bo xwarina zarokan amade bikin. Tiştên herî kêm.’

Li Artsaxê ev du meh in ne li gorî daxwazê, lê li gorî îmkanê menuya rojane pêş dixin. Li ser tiştên ku ew li malê hene, an tiştê ku ew dikarin li dikanê bibînin ve girêdayî ye. Û kêmbûna xurek, tiştên pêwîst û sotemeniyê roj bi roj zêdetir dibe. Ji 20ê Kanuna Paşine ve, pênc hilberên bingehîn bi kupona têne peyda kirin. Hêk, sebze, toza şuştinê wê ji 21ê Sibatê pê ve li wan bê zêdekirin.

“Dikan yek bi yek eşyayan distînin, lê ne zêde. Ji ber vê yekê jî gelek rêz hene. Heke hûn li ser kar in, hûn nikarin wê bikar bînin. Hûn nas û hevalan tevlihev dikin da ku hûn bikirin. Sebze û êmîş wê jixwe bi kuponê peyda bibin. Pêdiviyên bingehîn ên wek destmal û tiştên paqijiyê pir hindik in, mirow nikarin wan peyda bikin. Mirov bi rengekî xwe adapteyî kir û dijî, “dibêje Îrina Arustamyan.

Ev du meh in hemû emeliyatên plankirî yên li saziyên tenduristiyê yên li Artsaxê hatine rawestandin. Piraniya saziyên perwerdehiyê girtî ne. Ji ber rewşa sîstema enerjiyê çend kompanya xebatên xwe rawestandine.

Hakob Vardanyan, cîgirê wezîrê rêvebiriya herêmî û binesaziyê.

“Berî qezayê, Artsaxê di saetekê de 60-65 megawat elektrîk ango di saetekê de 1,5 milyon kîlovat elektrîk dida xebatê. Ji wê derê 900 hezar heta 1 milyon kîlovat ji Ermenîstanê dihat îthalatkirin. Li Artsaxê 600 hezar kîlovat saet dihat hilberandin. Piştî qezayê ji ber nebûna ceyranê gelek tesîsên pîşesazî ji kar rawestiyan. Heya niha, ji derveyî wan pargîdaniyên mezin, ji bo dabînkirina kehrebê ya asayî, pêwîstiya Artsaxê bi 45 megawatt saet elektrîkê heye.

Li gorî daneyên Wezareta bajarvaniyê ya Artsaxê, qebareya avahîsaziyê ya giştî ji sedî 90-95 kêm bûye. Ev bi giranî ji ber kêmbûna malzemeyên avahîsaziyê, yên ku bi giranî ji komara Ermenîstanê dihatin hinartin e. Çend cureyên berheman di embarên malzemeyên avahîsaziyê de hatine depokirin, lê ger rewşa heyî berdewam bike, piştî ku çavkaniyên kêm ên heyî bi dawî bibin, wê xebatên avakirinê bi tevahî werin rawestandin. Di encama şerê 44 rojî ya sala 2020’an de bi dehhezaran hemwelatiyên Artsaxî bê cih man. Beriya dorpêçê, li vir xebatên avahîsaziyê yên mezin dihatin kirin, bi taybetî ji bo peydakirina xaniyan ji bo kesên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne.

Li gorî hikûmeta Artsaxê, sektorên cil û berg, hilberîna vexwarinê, fêkî-zebze, hilberandin û konservekirina berhemên goşt, xizmetguzariyên xwarina giştî û dezgehên otêl jî bandor bûne.

Her wiha sektora bazirganiyê ji kêmbûna kelûpelan û hilberîner jî ji, ber nebûna îthalata madeyên xam, bandor bûne. Kêmbûna sotemeniyê û qutbûna ceyranê her tim, ji bo gundiyan rastî pirsgirêkên cidî hatiye.

Bi giştî di vê heyamê de nêzî 5000 kesan çavkaniya debara xwe ji dest dane, bêkar bûne, hêj daneyên tam ên jimarî li ber dest nînin, lê diyar e ku tevahiya aboriya Artsaxê bi zehmetiyan re rû bi rû ye.

Û tevî rewşa dijwar, hikûmeta Artsaxê, bi hevkarîya şaxa Artsax ya Civaka Alîkariya Ermeniyan, biryar da ku beşdarî komkirina alîkariyê ya pan-ermenî bibe ku ji bo alîkariya ermeniyên Sûriyê yên ku ji erdhejê zirar dîtine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button